Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka gefa êrîşên berfirehtir ji berê li rêjîma Îranê kir

11:18 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka bi paşmaweyên rêjîma Îranê huşdarî da ku hekî hemû daxwaziyên Amerîka li wan danûstandinan de neyên cîbicîkirin bê guman şerê berfireh bi dijî paşmaweyên rêjîmê dê bi awayekî berfirehtir dest pêbike.

Donald Tiramp li hevpeyvîn digel tora “LCI” a Firansê de tekez kir ku hekî %100 a daxwaziyên Amerîka li wan danûstandinan de ji aliyê paşmaweyên rêjîmê ve neyêne erêkirin, dê şerekî tevav digel paşmaweyên rêjîmê dest pêbike.

Herwisa malpera “Axios” belav kiriye ku Donald Tiramp li roja Înê ferman daye Artêşa Amerîkayê ku ji şerê zêdetir digel paşmaweyên rêjîma Îranê bi awayê demkî xwe biparêzin, heta bizanin kanê encama vê danûstandina dawî dê bibe çi?

Gorî gotina Tiram desthilatdarên rêjîmê daxwaza gotubêjê tevî Amerîka kirine û lahî kirine ku berî destpêkirina êrîşê, bila carekî din jî danûstandinê bikin.

Tiramp jî li ser daxwaza hinek welatên Erebî ev daxwz qebûl kiriye.