Kanala têlêvîzyoniya 12 a Îsraîlê bi belavkirina raporekê daye zanîn, Binyamîn Netenyaho dixwaze li hevdîtina digel Donald Tiramp de li roja Sêşemiyê, zanyariyên nû li derheq hewlên paşmaweyên rêjîma Îranê bo nûjenkirina şiyana xwe ya serbazî û navkî, bide Serkomarê Amerîkayê.
Pêka vê raporê, Binyamîn Netenyaho zanyariyên nû yên hilsengandinên dezgehên ewlehî û zanyariyên Îsraîlê yên li vê dawiyê li derheq hewlên navkiyên paşmaweyên rêjîmê, dê bide Amerîkayê.
Pêka vê raporê, paşmaweyên rêjîmê hewlên xwe bo bidestveanîna çeka navkî lezgîntir kirine.
Herwisa vê kanala Îsraîlê daye zanîn ku bi raya Îsraîl, ti îmkanek bo lihevkirin li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê de nîne û şer dê dijwartir bibe û bi tenê Donald Tiramp xwestiye derfetek zêdetir bo danûstandinan bide rêjîmê.