Pêka rapora rojnameya “The Telegraph” rêjîma Îranê kesên pêwendîdar bi navendên ewlehî bi rêya tengava Manş û li jêr navê penaber, sîxuran bo aliyê Birîtaniyayê ve dişîne û heta niha hejmarek ji wan kesan hatine naskirin û piştre hatine binçavkirin.
Pêka vê raporê rêjîma Îranê bi gemiyên biçûk wan sîxuran bo Birîtaniyayê vediguhaze.
Herwisa li vê rojnameyê de hatiye nivîsandin ku pêka gotina qaçaxçiyan, rêjîma Îranê hêsankarî bo hinek ji akinciyên devera Kalê kike ku bikarin xwe bigehînine Birîtaniyayê û li hember de piştî cihgîrbûna wan li Birîtaniyayê, daxwaziyên xizmetkirinan ji wan hene.
Pêka vê raporê, torên veguhastina wan cure kesan ser bi spaha pasdaran a terorîst in û li veguhastina kesên ser bi rêjîmê ji Rojhilata Navîn bo Ewropa û piştre bo Birîtaniyayê rol hene.
Kên Mek Kalom, Serokê “MI5” ê pêştir ragihandibû ku rêjîma Îranê bi awayekî berfireh tawankaran ên wek qaçaxçiyên madên hişber, wek milîs û qatilan û sûçdarên li kiryarên neyasayî û terorîstî de li Birîtaniyayê bi kar tîne.