Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, gotibû ew mijara çavaniya êrîşa bo ser rêjîma Îranê dinirxîne, qirar bû şeva înê heta sibeha şemiyê dest pê bike, lê roja înê gihîştin wê encamê ku Tiramp nexşê êrîşê rawestandiye û derfeteke din daye Tehranê.
Li gorî vê raporê, li pişt perdeyê, Qeter û Omênê zexteke berbiçav xistin ser Komara Îslamî da ku helwestên xwe nermtir bike û rê li ber pêkanîna tişta ku mîna operasyoneke berfireh û nêzîk e bigre, ku bi micidî Amerîka mijûl bû encamp bide.
Vê raporê zêde kir ku berpirsên Îsraîlî hîn jî bawer dikin ku têgihîştina di navbera Tehran û Washingtonê de di pratîkê de ji holê rabûye û îhtimala gihîştina peymaneke daîmî ku rêjîma Îranê mecbûr bike daxwazên Amerîkayê bipejirîne, nêzîkî sifrê ye.
Li gorî vê raporê, ji dîtina Îsraîlê ve, derfeta nû ya ku Tiramp xistiye ber destê Tehranê, tenê rê dide Komara Îslamî ku ji bo demeke kurt demê bikire û ti guhartinê di nirxandina giştî ya Îsraîlê de çênake.