Mayk Walltiz, Balyozê Amerîka li rêkxistina neteweyên Yekgirtî de, roja Pêncşemî li çarçêweya kombûnek tejî li alozî a şêwreya ewlehî de, bi tundî rabû rûyê nûnerê rejîma Îranê û rexne jê girt.
Ew alozî piştî vê hate pêş ku Ebdulletîf Elziyanî, Wezîrê karê derve ê Berhrêynê, Îran bi vê tometbar kir ku bizanebûn damezravên medenî, jêrxan û deverên nîştecihbûnê kirine amanc.
Li hember de, Emîr Îrewanî balyozê Îranê li neteweyên Yekgirtî de, ew tohmetane bi bê wate dane xûya û Amerîka û hevpeymanên wê bi vê tohmetbar kirin ku dixwazin Îranê li şêwreya ewlehî de bêdeng bikin.
Walltiz destbicî û li bersivek tund de ragehand, bila ez bînime bîra te ku tu li kûyî, evder Tehran nîne, vir wilayetên yekgirtiye Amerîkaye û Şêwreya Neteweyên yekgirtî ye, tu nikarî vê navendê bêdeng bikî.
Balyozî Amerîka piştî vê axiftinê, çendîn wêne li belgeyên zirargeheştin bi Behrêynê bilind kirin.
Ballyozê Amerîka tekezî ji vê kir ku ew wênane rastiya bûyeran diselmîn in û nîşanderê derewbûna îdiayên Îranê ne.
Navbirî di dawiyê de ragehand ku Şêwreya ewlehî rêk bo mehkumkirina ew dûrûyîya Komara Îslamî kombûye û ew belgane bi tu awayekî derew nîn in.