Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo rêberek bo hemû nifşan

15:29 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêşekî

Mirin dawiya jiyana mirovan e, lê dawiya hizr û ramanan nîne. Ramanên ku li ser bingeha azadî, dadperwerî û kerameta mirovî hatibine avakirin, ne bi derbasbûna demê tên bîrkirin, û ne jî bi jinavbirina fîzîkî xwediyên wan ramanan tên jinavbirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji wan mirovan bû ku hewl da siyasetê ji meydana tundûtîjî veguhirîne bi nîqaş û dêmokrasiyê.

Ji ber vê yekê, piştî derbasbûna dehan salan bi ser şehîdkirina wî re, navê wî hîn jî di bîra dîrokî ya Kurdistanê de zindî ye, û ramanên wî mijara nîqaş, lêkolîn û îlhamê ne ji bo nifşên nû.

 

Qasimlo nûneratiya çi ramanekê dikir?

Dr. Qasimlo nûneratiya ramanekê dikir ku tê de azadî, dêmokrasî, dadperwerî û rêzgirtina mafên neteweyan bi hevre vate peyda dikir. Ew li ser vê bawerê bû ku çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd tenê bi rêya naskirina mafên neteweyî, avakirina dêmokrasiyê û serweriya yasayî mimkin e, û bêyî azadiya hemû welatiyan, ti neteweyek nikare bigehe mafê xwe yên rewa.

Qasimlo şûna tundûtûjiyê, diyalog û çareseriyên siyasî tercîh dida, û hertim li ser vê bawerê bû ku divê pirskirêkên siyasî bi rêya danûstandin û têgihîştinê bên çareserkirin. Wî herwisa tekezî li ser mafên mirovan, dadperweriya civakî û rêzgirtina ji bo cudatiya netewî û çandî, û civatek dadperwer dikir ku tê de hemî netewe û welatî mafên wekhev hebin.

Ev nêrîna dêmokratîk û modêrn ramanên Qasimlo veguherandine mîratek mayînde; mîratek ku, tevî derbasbûna nêzî çar dehikan ji şehîdkirina wî, hîn jî di nav gelê Kurd û lêkolînerên dîroka hevçerix de tê hesibandin û ji nû ve tê şîrovekirin.

 

Çima nifşên nû hêj Qasimlo bi bîr tînin?

Nifşa nû ya Kurdan Dr. Qasimlo ne tenê ji ber rola wî ya dîrokî di rêberiya tevgera Kurdistanê de bi bîr tînin, belkî ji ber awayê pênasekirin û meşandina siyasetê bi bîr tînin. Ew kesayetek bû ku zanayî, lêhatî, dîplomasî û rêbertî bi hevre dikire yek û hewl dida wêneyek cûda ya rêberekî siyasî pêşkêş bike.

Zindîmana navê Qasimlo ji ber wê yekê ye ku jiyan û çarenivîsa wî bûye beşek ji bîra dîrokî ya Kurdan. Şehîdkirina wî di dema danûstandinan de navê wî kir sembola nirxa azadî û hewildana çareserkirina pirskirêkan bi awayekî siyasî, nav û yada wî ji bo nifşên pêşerojê hertimî maye.

Îro, gelek ciwan, bi lêkolîna berhem, axaftin û jiyana wî ya siyasî, hewl didin ku ezmûnên berê çêtir fam bikin û wan ji bo fêmkirina pêşketinên îroyîn bikar bînin. Ji vê nêrînê ve, bîranîna Qasimlo ne tenê rêzgirtinek ji bo kesayetiyek dîrokî ye, belkî vegotinek ji nû ve ya beşek ji dîroka Kurdistanê û ezmûnên wê yên siyasî ye.

 

Bandora Qasimlo li ser tevgera siyasî ya îro

Her çiqas Dr. Qasimlo bi dehan sal e ku ji aliyê terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye şehîdkirin, bandora wî hîn jî di hin beşên gotûbêja siyasî ya li Kurdistanê de tê dîtin. Gelek ji têgehên ku wî tekez li ser kirin, di nav de beşdariya siyasî, pirsa jinan, parastina mafê neteweyî, têkiliya bi civaka navneteweyî re û hewldana ji bo çareseriyên siyasî, hîn jî cihê xwe di wêje û daxwazên hin tevgerên siyasî yên Kurd de cih girtiye.

Bandora Qasimlo ne tenê bi serdemeke dîrokî ve sînordar e, wî nîşan da ku têkoşîna siyasî dikare di heman demê de li ser prensîpan, diyalogê û dîplomasiyê bê avakirin. Ji ber vê sedemê, gelek çalakvan û lêkolîner raman û ezmûna wî ya siyasî wekî beşek ji sermayeya rewşenbîrî ya tevgera Kurd di rûbirûbûna dijwarîyên îroyîn de dibînin.

Ji vê dîtingehê ve, Qasimlo ne tenê kesayetiyek dîrokî ye, mîrata wî ya rewşenbîrî di nîqaş û nêzîkatiyên têkildarî pêşeroja siyasî ya Kurdistanê û mafên gelê Kurd de berdewam tê nirxandin û ji nû ve tê şîrovekirin.

 

Nifşa Jîna û Ji nû ve xwendina ramanên Qasimlo

Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî", ku li Kurdistanê dest pê kir, di demek kurt de bû yek ji girîngtirîn serhildanên civakî û siyasî yên salên dawî. Di vê tevgerê de, gelê Kurd, bi gotina dirûşmên wekî "Qasimlo, Qasimlo, rêya te berdewam e", careke din navê Dr. Qasimlo anî qada têkoşînê. Ev dirûşme ne tenê bîranînek dîrokî bû, belkî nîşanek girêdana nifşê nû bi îdealên ku Qasimlo ji bo wan şer kir.

Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" wisa kir ku nifşa nû carek din raman û ezmûnên kesayetên bi bandor ên dîrokê, di nav de Dr. Qasimlo, zîndî bike. Hawara dirûşma “Qasimlo Qasimlo, rêya te berdewam e” ji aliyê keç û xortên welat tenê dirûşmek bona germkirina xwenîşandanan nebû, ev bi vê vateyê bû ku wan ramanên Dr. Qasimlo nas kiribûn û hewldan ramanên Qasimlo bikin hevêna gihîştin bi azadî, kerameta mirovî, beşdariya siyasî û parastina mafên neteweyan û pirsa jinan. Ev ew nirx bûn ku bo her takek Kurd û xwenîşanderan û çalakvanan girîng bûn û xwe têde didîtin.

Dubarekirina navê Qasimlo li ser şeqaman nîşan da ku mîrata Qasimlo hîn jî di bîra Kurdan de zindî ye û dikare nifşên ku ji bo azadî û mafên xwe yên neteweyî û mirovî têdikoşin îlham bike.

 

Gelo Qasimlo tenê ber Kurdan dikeve?

Her çend Dr. Qasimlo yek ji pêşengên siyasî yên gelê Kurd e, raman û mîrata wî tenê bi civaka Kurdan ve sînordar nabe. Di axaftin û çalakiyên xwe yên siyasî de, wî her gav dêmokrasî, mafên mirovan, dadperwerî û bihevrejiyan di navbera neteweyan de parastiye, nirxên ku ji sînorên netewî û erdnîgarî derbas dibin.

Qasimlo li ser vê bawerê bû ku bidestxistina mafên gelê Kurd bi avakirina dêmokrasî û azadiyê ji bo hemû Îraniyan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, gelek kes wî ne tenê wekî rêberê tevgereke neteweyî, belkî wekî siyasetmedarekî ku hewla wekhevî û beşdarbûn tev netewan di asta herî ser a deselatdariyê û rêzgirtina hevbeş dida.

Lewra nav û yadê Qasimlo ne tenê di bîra dîrokî ya Kurdan de îro zindî ye, belkî di nav gelek lêkolîn, çalakvanên sivîl û kesên ku bi dîroka hevçerix re eleqedar in de wekî sembola diyalog, azadî û têkoşîna ji bo kerameta mirovan tê zanîn.

 

Encam:

Kesayetiyên mezin ne bi salên jiyana xwe, belkî bi raman, ked û ev bandorên ku li ser dîrok cî dihêlin tên naskirin. Dr. Qasimlo jî yek ji wan kesayetiyan e ku navê wî ji serdemeke dîrokî û Partiyeke siyasî derbas bûye. Wî mîratek ji hizr û raman, berpirsiyarî û hêvî ji bo pêşerojê li pey xwe hişt, mîratek ku hîn jî bang li nifşên nû dike ku ji bo azadî û dadperweriyê bifikirin, şer bikin û têbikoşin.