Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer, bernameya etomî û pêşeroja Îranê, Çima siyasetên rêjîma Îranê kawilkar in?

15:33 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Di salên dawî de, siyasetên rêjîma Îranê careke din ev welat xistiye navenda yek ji metirsîdartirîn qeyranên Rojhilata Navîn. Gelek hikûmetên rojavayî û pisporên ewlehiyê di vê baweriyê de ne ku berdewamkirina bernameya etomî, pêşxistina mûşekên balîstîk û zêdekirina bandora leşkerî li herêmê, bûne sedema zêdebûna nearamiyê. Di encamê de, aloziya di navbera rêjîma Îranê û Amêrîka û Îsraîl de gihştiye qonaxekê ku metirsiya şerekî berfireh zêde kiriye.

Yek ji girîngtirîn mijarên nakokiyê, bernameya etomî ya rêjîma Îranê ye. Ajansa Navnetewî ya Wizeya Etomê gelek caran ragihandiye ku asta dewlemendkirina oranyomê li Îranê, ji asta ku ji bo hewcedariyên asayî yên santralên etomî hewce dike, pir zêdetir e. Ev mijar bûye sedem ku Amêrîka, Îsraîl û gelek welatên Ewropayê gumanê li armancên vê bernameyê bikin. Fikarên sereke yên van welatan ew e ku ev şiyan di pêşerojê de ji bo çêkirina çekên etomî were bikaranîn, mijarek ku rêjîma Îranê hertim ew red kiriye, lê gumanên navnetewî hîn jî berdewam dikin.

Ji nêrîna Îsraîlê, bidestxistina şiyana çêkirina çekên etomî ji aliyê rêjîma Îranê ve, wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya netewî ya vî welatî tê hesibandin. Karbidestên Îsraîlî ev bi salan e radigihînin ku ewê rê nedin Îran bigihîje asta berhemanîna bomba etomê. Amêrîka jî gelek caran tekez kiriye ku rêgirtina li belavbûna çekên etomî yek ji pêngavên sereke yên siyaseta wê ya derve ye û ji ber vê yekê givaşên aborî, dîplomatîk û heya vebijarka leşkerî jî ji ser maseyê rannekiriye.

Mijareke din a girîng, Tengava Hormozê ye, yek ji girîngtirîn rêyên veguhastina neft û gaza cîhanê. Beşek mezin ji hinardekirina ênêrjiya cîhanê di vê rêya avî re derbas dibe. Her cûre gefek li ser azadiya keştîvaniyê li vê herêmê dikare aboriya cîhanê bi qeyranê re rûbirû bike. Ji ber vê yekê, Amêrîka û hevalbendên wê livînên leşkerî yên berfireh li Kendavê pêk tînin û ragihandine ku ewê rê nedin rêya gemiyên bazirganî were girtin.

Di salên borî de, alozî li derdora Tengava Hormozê gelek caran zêde bûne. Êrîşên li ser gemiyên bazirganî, desteserkirina neftkêşan û gefên dualî bûne sedem ku gelek welat vê herêmê wekî yek ji xalên herî metirsîdar ên cîhanê bibînin. Zêdebûna pevçûnan ne tenê ewlehiya herêmê, lê bazara ênêrjiya cîhanê jî xistiye bin bandora xwe. Welatên pîşesazî baş dizanin ku her cûre astengiyek di derbasbûna neftê de ji Tengava Hormozê dikare bihayê ênêrjiyê bi awayekî berçav zêde bike û aboriya cîhanê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû bike.

Rexnegirên rêjîma Îranê di vê baweriyê de ne ku beşeke mezin ji çavkaniyên darayî yên vî welatî, li şûna ku di aborî, perwerde, tendurustî û debara jiyana xelkê werin mezaxtin, ji bo bernameyên leşkerî, hajekan û çalakiyên terorîstî li herêmê de hatine xerckirin. Ew dibêjin ev polîtîka bûne sedema cezayên berfireh, kêmkirina veberhênana biyanî, zêdebûna enflasyonê, daketina nirxê pereyên vî welatî û dijwartirbûna jiyana bi milyonan xelkê li vî welatî de.

Li hember vê yekê, Amêrîka û Îsraîl dibêjin zextên siyasî û aborî ji bo rêgirtina li berfirehbûna gefên ewlehiyê pêwîst in. Ji nêrîna wan, heke bernameya etomî û şiyana leşkerî ya rêjîma Îranê bê sînor berdewam bike, metirsiya pêşvaziya çekan li Rojhilata Navîn dê zêde bibe û welatên din ên herêmê jî dibe ku li pey çêkirina çekên etomî ve biçin. Ev pêvajo dikare aramiya herêmê ji berê zêdetir bixe bin metirsiyê.

Gelek çalakvan di vê baweriyê de ne ku berdewamkirina gefên rêjîma Îranê, nebûna bernameya etomî ya zelal û zêdebûna rûbirûbûnên leşkerî yên ji aliyê rêjîma Îranê ve, egera çêbûna qeyranên nû zêde dike.

Di dawiyê de, pêşeroja Îranê berî her tiştî bi biryarên siyasî ve girêdayî ye. Gelek xelk li Îranê dixwazin welatekî wan hebe ku li şûna pevçûnên berdewam ên bi cîhanê re, balê bikişîne ser pêşkeftina aborî, azadiyên sivîl, afirandina derfetên kar û baştirkirina rewşa jiyana mirovan.

Kêmkirina aloziyê bi civaka navnetewî re, hevkarî bi saziyên navnetewî re û pêşengîdayîna bi berjewendiyên xelkê re dikare bingeha vegera Îranê bo ser rêya aramiyê û pêşkeftinê amade bike.

Tişta ku îro ji her demê zêdetir girîng e, rêgirtin li berfirehbûna gefên rêjîma Îranê û dîtina hin çareseriyan e ku ewlehiya herêmê zêde dikin, bêyî ku mirovên asayî bibin qurbaniyên hevrikiyên siyasî û leşkerî yên rêjîma Îranê. Pêşerojeke ewleh tenê wê demê çêdibe ku biryarên stratêjîk li ser bingeha berjewendiyên xelkê, zelalbûn û berpirsiyariyê werin girtin, ne li ser bingeha gurkirina alozî û rûbirûbûna berdewam a bi cîhanê re.