Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha tîrorîstî ya Pasdaran gefên leşkerî li Birîtanyayê dike

09:22 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî êrîşkirina ser welatên herêmê û zêdebûna şerxwaziya rêjîma Têhranê di vê dawiyê de, berdevkê spaha tîrorîstî ya Pasdaran gef li Birîtanyayê kir û ragihand ku hekî Birîtanya alîkariya Amerîka bike, em ê êrîşa rasterast bikin ser wan.

Roja 4ê Gelawêjê, Husên Muhîbî, berdevkê spaha Pasdaran derbarê îhtîmala alîkarîkirina Amerîkayê ji aliyê welatên din ve, ji wan jî Brîtanya, di daxuyaniyek bigef de ragihand: "Her welatek ji bo êrîşkirina ser Îranê alîkariya Amerîkayê bike, bêguman em ê êrîşa rasterast bikin ser."

Hêjayî gotinê ye di vî şerê dawiyê de Birîtanyayê rê daye bombavêja B1 a Amerîkayê ku firokexaneyên wî welatî bi armanca êrîşa ser rêjîma Îranê bikar bîne.

Ew gefa Muhîbî di demekê de ye ku rêjîma Îranê bi dehan torên sîxurî û tîrorîstî li nav Birîtanyayê de belav kirine û ji aliyê dezgeha hevalgêrî û dijîsîxuriya wî welatî ve hatine destserkirin û berpirsên ewlehiyê yên Birîtanyayê di wê derheqê de hişyarî dane berpirsên rêjîma Îranê.