Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gef li Ukraynê kir

09:39 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezîrê derve yê rêjîma Îranê ragihand ku êrîşa Ukraynê li ser keştiyeke bazirganî ya Îranê bi daxwaza Îsraîlê bûye û gef li serkomarê Ukraynê kir ku ev gav bêbersiv namîne.

Duh yekşem 4ê Gelawêjê, Ebas Êraqçî, wezîrê derve yê rêjîma Komara Îslamî ragihand: Ukraynê êrîş kire ser keştiyeke bazirganî ya Îranê û di encamê de melavanek hat kuştin, ev êrîş bêbersiv namîne".

Êraqçî ev hewla Ukraynê wekî binpêkirina eşkere ya yasaya Neteweyên Yekbûyî zanî û got: "Ev kar bi fîta Îsraîlê hatiye kirin".

Zêlnêskî serkomarê Ukraynê li torra civakî ya "X"ê nivîsîbû: "Me li rêya lêdana ji dûr ve li Deryaya Xezerê, encamên pir baş bi dest xistine, ji wan jî lêdana çend keştiyên Rûsî û çend keştiyên ku alavên leşkerî yên pewendîdar bi Îranê ve vediguhastin".

Li demekê ku Eraqçî êrîşa Ukraynê li ser keştiya hilgira çek û çolan ya rêjîmê ji bo alîkarîkirina Rûsiyê li beramber Ukraynê de wekî binpêkirina yasaya nêvdewletî binav dibe, spaha tîrorîstî ya Pasdaran li heyamê 2 hefteyên borî de, çendîn caran keştiyên bazirganî yên welatên herêmê û cîhanê li tengava Hormozê de kirine amanc.