Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp mijara kêmbûna cebilxaneya Amerîkayê red kir

09:46 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî belavbûna raporên li derheq kêmbûna cebilxaneya Amerîka li Rojhilata Navîn li şerê digel rêjîma Îranê û sekinandina êrîşan bi vê sedemê, Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka ev mijar red kir û bi rojnameya “The Wall Street Journal”ê ragihand: “Amerîkayê gelek zêdetir ji her welatekî din cebilxane li ber dest heye û qasa vê gelek zêdetir ji hewcehiya Amerîkayê ye”.

Pêka rapora vê rojnameyê, Artêşa Amerîka amade bibû ku ji roja Înê ve êrîşên gelek dijwar bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê dest pêbike û egera vê hebû 2 heftiyan berdewam be, lê Donald Tiramp bi armanca derfetdan bi danûstandinan ev êrîş sekinandine.

Ji aliyê Din ve, Karolîn Lêvît, Berdevka Koşka Sipî û Şan Parnêl, Berdevkê payebilind ê Pêntagonê tekez kirine ku Artêşa Amerîka bo encamdana her erk û pêspartiyeke Donald Tiramp, tevaviya hewcehiyan li ber dest hene.