Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyaho: Şer dê heta herifîna rejîmê dê berdewam be

10:01 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, ragihand ku şerê niha li dijî Rêjîma Îslamî ya Îranê tenê di demekê de dê bi dawî bibe ku an rejîm hilweşe, an jî bi tevahî dest ji bernameya xwe ya etomî berde û siyaseta xwe biguherîne.

Netanyaho di hevpeyvînekê de digel “Fox News” got ku Komara Îslamî hezaran welatiyên xwe kuştine û bûye sedema aloziya aborî ya cîhanê.

Wî herwisa got ku eêjîma Îranê destdirêjî kiriye ser welatên herêmê; di nav wan de Erebistan, Behreyn, Qatar, Kuweyt, Îmarat, Ordon û Îsraîl.

Serokwezîrê Îsraîlê hişdarî da û got: rejîmek ku bi bê çekê etomî ev qas êrîşan dike, ger bigihîje çekê etomî dê metirsiyek û karesatek mezintir biafirîne.

Wî zêde kir ku Komara Îslamî divê an hilweşe û sernixûn be, an ew qas lawaz bibe ku neçar bimîne bernameya xwe ya etomî rawestîne.

Netanyaho piştgirîya xwe bo hewlên “Donald Tiramp” dubare kir û got ku pêdivî ye metirsiya etomî ya Îranê bê asteng kirin, çi bi rêkeftin yan jî bê rêkeftin. Herwisa diyar kir ku ew dixwaze ev armanc bêyî şerekî leşkerî yê giran û fireh bê bidestxistin.