Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştgiriya Mocteba Xameneyî ji Hizbullahê

10:35 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Mocteba Xameneyî, Rêberê rejîma Îranê, di nameyekê de ji bo Sekreterê Giştî yê girûpa terorîstî ya Hizbullahê, piştgiriya berdewam a Tehranê ji vê girûpê re dubare kir û cîhad û berxwedan wek kite rê binav kir, nêrînek ku wek gavek eşkere ji bo geşedana şerxwaziyê û têkdana aramî û ewlehiya herêmê û cîhanê tê dîtin.

Xameneyî di peyamekê de li ser tora civakî ya X ragihand ku li ser rêbaza bavê xwe dimeşe û got ku piştgiriya Hizbullahê siyaseteke stratejîk a Tehranê ye.

Rêberê rejîmê di peyama xwe de sekinandina êrîşên Îsraîlê bo ser başûrê Lubnanê wek merca bingehîn a her rêkeftinê û ji bo bidawîkirina şer digel Amerîkayê destnîşan kir.

Ev axaftinên Xameneyî di demekê de tên ku berê destêwerdanên siyasî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê di karûbarên navxweyî yên Lubnanê de bertekên tund ji aliyê desthilatdarên Beyrûtê ve li pey xwe anîbûn.

Cozêf Awin, Serkomarê Lubnanê, bi tundî rexine li siyaseta Tehranê girit,û rejîm bi vê yekê tawanbar kir ku axa Lubnanê wek kartêk di danûstandinên xwe digel Amerîkayê bikar tîne.

Awin, bi Berpirsên rejîmê re ragihandin: “Ev welatê me ye û xelkê Lubnanê baca berjewendiyên we didin, di dema ku berjewendiyên me bi tu awayî hev nagirin.”