Piştî derbasbûna pitir ji 4 mehan bi ser kuştina Elî Xamineyî ji aliyê Îsraîl ve, rêjîmê Bernama gerandina cenazê wî di nava bajarên Tehran û Qomê de ragîhandiye û gorî sitada birêveber a wan merasiman, temê wî dê li Meşhedê de bê binaxkirin.
Rêjîmê bo beşdariya di wan merasiman de berpirsên piraniya welatan vexwandine, lê jibilî çend berpirsên welatên cîran û girûpên girêdayî bi rêjîmê yên nawçê, kesekî din ji serokên welatên mezin beşdar nebûne.
Amadenebûna serok û berpirsên bilind ên welatên mezin ên cîhanê di merasîma binaxkirina Elî Xameneyî de, nîşaneyeke eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê di qada navdewletî de her ku diçe zêdetir bi tenê dimîne.
Merasîma binaxkirina Elî Xameneyî, ku zêdetirî çar mehan piştî kuştina wî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de tê lidarxistin, ji serê sibê ya îro Înê ve bi birina cenazeyê wî bo Musellaya Tehranê dest pê kiriye.
Mocteba Xamineyî îro jî ku merasima birêkirin û binaxkirina babe wî ye, li çi cihekê û li ser termê Xamineyî xuya nekir, Heya niha kes nizane Mocteba maye yan ne? gelo ji tirsan dernakeve ber çavan, yan seqet û bê hale ku nikare derkeve?