Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê nerazîbûna malnişînan û krîza sotemeniyê li Îranê zêde dibe

11:29 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li Îranê nerazîbûnên sivîl û krîza aborî kûr dibin, di 4 û 5ê Gelawêjê de, li çendîn bajarên cuda yên mîna Kirmanşan, Sine û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, Reşt, Esfehanê, û çendîn bajarên din ên Îranê de, malnişînên peywendîdar bi şîrketa Mixabiratê rijyane ser kolanan û kombûnên nerizayetiyê li dar xistin.

Ew welatî di van kombûnan de li hember giraniya jiyanê, peydanebûna dermanan, enflasyonê, encamên şer û nehatina daxwazên xwe yên aborî derketin ser şeqaman. Herwisa, beşdarbûyên van kombûnan dirûşmên piştgiriyê ji bo girtiyên siyasî û mamosteyan bilind kirin û dijayetiya xwe li hember biryarên sêdêredanê diyar kirin.

Li aliyê din, krîza şewatê li Tehran û bajarên din ên mîna Eselûyeyê rewş aloztir kiriye. Dîmenên belavbûyî nîşan didin ku dorên dirêj ên kamyonan ji bo peydakirina Gazoîlê çêbûne û şofêr bi saetan di benda wergirtina Gazoîlê de dimînin. Ev astengî dibe sedema derengketina veguhastina kelûpelan û bandore li ser jiyana xelkê dadinê.

Ev rewşa destnekeftina şewatê bûye pirskirêkekî micid û nerizayetiya şofêran jê dikeve û gorî zaniyariyan, egera hindê heye ku li rojên bê de mangirtina kamiyonan destpê bike.