Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi dronan êrîş kire ser bajarê Koyê

12:41 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2026

Nîveroya îro, 5ê Gelawêja 1405, Komara Îslamî ya Îranê bi dronan êrîş kire ser quntara Çiyayê Heybet Sultan li bajarê Koyê. Ev êrîşa nû ya Komara Îslamî bo ser cihê nîştecîhbûna xelkê sivîl û medenî yê wî bajarî bûye.

Êrîşa nîveroya îro ya Komara Îslamî di berdewamiya wê pêla berfireh û berdewam de ye ku di rojên borî de jî bi dehan caran Herêma Kurdistanê û herwisa baregeh û kempên hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ku ji bilî ziyan û xesaretên madî yên zêde, bûne sedema şehîdbûna 10 pêşmergeyên Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê. Herwisa di êrîşeke mûşekî de bo ser baregeheke Partiya Azadî a Kurdistanê li Çemşarê ya nêzîkî Daraşekranê, 8 pêşmerge birîndar bûn û paşê Partiya Azadiyê ragihand ku di wê êrîşê de, teqemeniyên têkel bi fosfora spî hatine bikaranîn.

Berdewamiya êrîşên Komara Îslamî bo ser Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku ji roja şemiyê ve bi biryara Donald Tiramp êrîşên Amerîkayê bo ser Îranê hatine rawestandin. Serkomarê Amerîkayê armanca rawestandina êrîşên li ser Îranê bo hêsankariyê bi armanca gihîştina bi lihevkirinekî hevbeş di navbera her du welatan de ragihandiye.