Şeva Yekşemî, 4ê Gelawêjê 1405, Mehdî Tewekulî, wênegir û çalakvanê çandî yê navdar û xelkê bajarê Sinê, digel dayka xwe Meryem Eslanî û xwişka xwe Someyê Tewekulî, di encama teqeya rasterast a hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtla’at û Spaha pastaran li ser rêya derdora Merîwanê hatin kuştin.
Li gorî rapora gihîştî bi Navenda Ragihandinê ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, maşîna vê malbatê ji pêş ve bû armanca çend guleyên rasterast û her sê endamên malbatê di cih de canê xwe ji dest dan.
Piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê yên rejîmê termên wan bi awayekî veşartî û bê tomarkirina nav û nasnameyê veguhastine Nexweşxaneya Baneyê, da ku rê ji agehdarbûna xelkê ji vê cinayetê bigirin.
Sipêdeya roja Duşemî, 5ê Gelawêjê, termê wan bo bajarê Sinê di bin navê “bûyera hatinçûnê” de hat veguhastin û ji bo bi axê sipartinê radestî malbata wan hatin kirin.
Di heman demê de, dezgehên ewlehiyê yên rejîmê bi tundî gef li malbata wan kirin ku bêdeng bimînin û ji belavkirina her zaniyariyekê xwe biparêzin.
Mehdî Tewekulî, ku di sala 1368ê de hatiye dinyayê, mamosteyê wênegiriyê, rêvebirê girûpa Hunerî ya Çav û rêvebirê çend festîvalên hunerî bû. Berê jî çend caran ji aliyê dezgehên Îtla’ata Sineyê ve bi tohmetên siyasî hatibû gazîkirin, girtin û cezakirin.
Tevî ku ev sê kes li goristana Beheşta Mihemedî ya Sineyê hatin veşartin, medyayên rejîmê heta niha li derheq vê bûyerê de bêdeng mane.