Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteka pisporên Neteweyên Yekbûyî li dijî pêla darvekirinan li Îranê

10:51 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2026

Komek ji pisporên serbixwe yên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî, cezayên darvekirinê yên hatine sepandin li ser 12 ciwanên Îranî ku pêwendîdarin bi xwepêşandanên Befranbara 1404 an,şermezar kirin û ji Komara Îslamî ya Îranê xwestin ku demudest wan cezayan bisekinîne.

“Mai Sato” Raportera Taybet ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa mafên mirovan li Îranê, digel çend raporter û pisporên din yên navneteweyî, daxuyaniyek hevpar belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku dadgehîkirina van 12 kesan bi awayekî komî û veşartî, li dijî pêwerên dadgehîkirina dadperwerane ye. Herwisa belavkirina îtîrafên bi zorê li televîzyona rejîmê de û girtinên xweserane bûne sedema nîgeraniyek micid.

Li gorî gotina wan pisporan, piştî darvekirina du kes ji tohmetbaran, 10 kesên din jî di bin metirsiya cîbicîkirina lezgîn a cezaya darvekirinê de ne.

Pisporan diyar kir ku ji destpêka sala 2026-an ve heta niha, herî kêm 24 kes bi tohmeta beşdarî li xwepêşandanên Befranbarê de, hatine darvekirin.

Li gorî vê daxuyaniyê, Komara Îslamî cezaya darvekirinê wek amûrek ji bo tirsandina civakê û tepeserkirina dijberan bi kar tîne.