Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê îtiraf bi teweroma serweyî %100 li Îranê de kir

11:16 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2026

Navenda amar a rêjîmê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li heyva Cozerdana 1405 a rojî de 11 parêzgehên Îranê de enfilasiyon anku teweroma serweyî %100 bûye û her pêka vê amarê zêdetir ji %20 a xelkê Îranê li wan 11 parêzgehan de dijîn û teweroma herî mezin bûye beşek ji jiyana rojane a xelkê û Parêzgehên “Urmiye, Hormozgan, Gulistan û Kirmaşan”, zêdetirîn nirxa teweromê hebûne.

Herwisa li rapora banka navendî a paşmaweyên rêjîmê de hatiye ku şiyana kirîna xelkê Îranê 1 li ser 4 a şiyana kirîna sla 1390 a rojî ye, lê Ebdulnasir Himetî, serokê banka navendî ya rêjîmê ragihandiye ku dahata seraneya xelkê Îranê ji 141 milyon Tumenî ya li sala 1390 a Rojî de, li sala 1403 a Rojî heta 75 milyon Tumenî daketiye ku bi wateva daketina %50 a dahata serane ya xelkê Îranê li wan 13 salan de ye.

Rêjîma Îranê rêjeya serrast a tewerom û daketina dahata serane perdepoş dikin ku gelek zêdetir ji wan amarên belavkirî ye.