Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê du girtîyên din yên xwepêşandanên Befranbarê bidarvekirin

11:33 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2026

Sipêdeya îro, Sêşemî 6ê Gelawêjê, medyayên girêdayî rejîmê ragihandin ku Ebulfezl Spahî Badcanî û EmîrHuseyn Seferî Huseynabadî, du girtiyên xwepêşandanên Befranbarê, li Îsfahanê hatin darvekirin.

Îro digel banga sibê, cezaya darvekirinê ya her yek ji Ebulfezl Sepahî Badcanî û EmîrHuseyn Seferî Huseynabadî li bajarê Îsfahanê û li ber çavên xelkê hate cîbicîkirin.”

Ev darvekirin di demekê de hat cîbicîkirin ku xelkê Îsfahanê û malbatên wan du ciwanan bi rêxistina kombûnek nerizayetiyê li cihê cîbicîkirina cezaya wan du welatiyan daxwaza sekinandin û helweşandina cezaya darvekirinê kirin.

Doseya wan pêwendî bi xwepêşandanên 18ê Befranbarê li Îsfahanê ve hebû, ku rejîmê îdia kiribû ku çar Basîcî hatibûne kuştin. Piştre 59 kes hatin girtin û ji wan 12 kes bi cezaya darvekirinê hatin mehkûmkirin.

Berê, di sipêdeya Şemiyî 27ê Pûşperê de, her 12 tohmetbarê bi vê dosyeyê ji bo cîbicîkirina cezayên sepandî bo odeyên takekesî yên Girtîgeha Destgerd a Îsfahanê hatibûn veguhestin .

Berê jî dezgeha dadweriya rejîmê cîbicîkirina cezaya darvekirinê ya Erfan Îsfendiyarî û GolMihemed Mihemedî, du girtiyên din ên xwepêşandanên Befranbarê û pêywendîdar bi heman dosyeyê li Girtîgeha Destgerd a Îsfahanê ragihandibû.