Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reftara rêjîma Îranê bi bertîldanê nayê çêkirin

13:27 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li axaftinên xwe yên li koma kedkarên çêkirina maşînan li îyaleta Mîşîgana Amerîkayê de ragihand ku reftara paşmaweyên rêjîma Îranê bi rişwetê anku bertîldanê nayê çêkirin, belku dibe bi qasekê em derbê li wan bidin ku bavê wan bê berçavên wan.

Donald Tiramp îşare bi dana dirafê bi Îranê li serdema serkomariya Obama de kir û ragihand ku rêjîma Îranî li Rojhilata Navîn de zordarî li derheq Amerîkayê û welatên nawşê de dikir û Obama bi 10an milyard Dolar diraf da wan, lê me derbe li wan da, hêza deryayî, esmanî, şiyana mûşekî, berevaniya esmanî û rêberatiya wan ji nav bir, me şiyana berhemanîna dironên wan kêm kir, hekî me ev nekiraba, wan danûstandin nedikir.

Nabe bi ti awayekê rişwet anku bertîl bi rêjîma Îranê bête danê, belku dibe bi qasekî em derbê li wan bidin ku bavê wan bê berçavên wan, lewma niha lahiyan bo hilveşandina dorpêça deryayî ji Amerîkayê dikin.