Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi bawera Waşington cezayên aborî ji êrîşên leşkerî zêdetir zirarê digihînin Îranê

13:28 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2026

Malpera “Axios” pêka gotina berpirsên Amerîkayî ragihand ku hikûmeta Tiramp li ser vê bawerê ye ku cezayên aborî û givaşên darayî ji êrîşên leşkerî zêdetir zirarê digihînin Komara Îslamî ya Îranê.

Raportên hevalgirî amaje bi vê yekê dikin ku kirîza aborî li Îranê kûrtir bûye, kêmbûna benzînê heye û metirsiya çêbûna aloziyek darayî jî zêde bûye.

Berpirsekî payebilind yê Amerîkayê ji “Axios” re gotiye ku Tehran ji Wezareta Bergiriyê zêdetir ji Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ditirse. Wî got ku daxwaza sereke ya Îranê gihîştina çavkaniyên darayî û pereyên blokekirî ye, ji ber ku wan bi awayekî micid hewcehî bi pereyan hene.

Eva di demekê de ye ku danûstandinên nerasterast di navbera Waşington û Tehranê de bi navbeynkariya Oman, Qatar û Pakistanê ji bo gihîştina agirbestek domdar hîn jî berdewam in.

Yek ji mijarên sereke yên danûstandinan pêşniyarek e ji bo rêvebirina hatûçûya keştiyan li Tengava Hormozê de.

Ji aliyêk din de, Tehran daxwaza garantiyê dike ku êrîş bên rawestandin û ceza bên rakirin, lê Amerîka dîsa li ser destbiserdagirtina madeyên etomî yên Îranê tekezî dike.

Di çarçoveya pêngava “givaşa herî zêde” de, hikûmeta Tirampê cezayên berfireh li ser Îranê sepandiye û bazirganiya neftê, tora bankî ya veşartî, kirîna çekan û torên keştivaniyê yên Îranê kiriye armanc.