Raporta amara nû a (Tora Belgenamên Mafê Mirovî a Belûçistanê) aşkere kir ku li nîveya yekem a sala 2026an de, aliyê kêm 92 welatiyên Belûç bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdar, tepeserkirina neraziyan û teqîna mînê canê xwe ji dest dane û 10ên din jî birîndar bûne.
Li gorî raportê, 20 kes li canjidestdayan li pêvajoya xwenîşandanên meha Befranbara derbasbûyî de hatine kuştin ku zarokek 11 salî û keçeke xwendikara zanîngehê jî di nav de ne.
Li koma giştî a canjidestdayan de, 11 zarokên jêr temen 18 salî hene û herwisa 6 welatî, ji wan 2 zarok, bi sedema mînên çandî ên Spaha Pasdaran li deverên sînorî de canê xwe ji dest dane.
Li vî heyamî de, 12 halletên êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala welatiyan hatiye tomarkirin, li çar halletan de teqeya rastewxwe a hêzên rêjîmê bûne sedema canjidestdana welatiyan û li halletek din de jî bi sedema îşkencedana jinek pêgiran, anku hamile, zaroka xwe ji dest daye.
Herwisa 8 jin li nerizatiyên peywendîdar bi kangeha zêr a Tiftanê û Kromîta Faryab birîndar bûne, wê navendê li raporek dinê de ragehandiye ku li wan 6 mehan de, aliyê kêm 434 welatiyên Belûç, ji wan Jinan, Zarokan û kesên bê nasname, ji aliyê dezgehên ewlehiya Komara Îslamiya Îranê ve hatine girtin.
Li Belûçistanê rêjîm jînosaydê dike û kêm roj heye xelkê belûç bi avayên corbicor neyêne kuştin, revandin, girtin û bidarvekirin.