Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê, li daxuyaniyekê de Şehîdkirina Mehdî Tevekul û malbata wî, şermezar kir.

09:44 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2026

Di daxûyaniyê de hatiye: Rêjîma Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê êrîşeke din a terorîstî pêk anî. Roja duşemê, 5ê Gelawêjê, li ser rêya navbera Bane û Merîwanê, hêzên Spaha Pasdaran rastexwe maşîna çalakvan û hunermendê diyar ê bajêrê Sineyê, Mahdî Tavakolî dane ber desrêjiya gulleyan. Di vê êrîşa hovane de, Mahdî Tavakolî tevî dayika xwe û xuşka xwe şehîd bûn.

Ev cinayet di demekê de hat kirin ku rêjîm li pey Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" û serhildanên dawî de dikeve nav krîzeke kûr a navxweyî û derve. Rêjîma Îranê dixwaze bi rêya tirs, xof û terora çalakvanên sivîl, civakê bêdeng bike û temenê desthilata xwe dirêj bike.

Rojhilatê Kurdistanê di dirêjahiya 48 salên borî de navenda herî mezin a berxwedanê ye ji ber vê yekê çalakvanên kurd rasterast dibin armanca êrîşên rêjîmê. Ev kiryar nîşan didin ku desthilata Îranê bi eşkereyî li dijî gelê kurd û gelên din îlana şer kiriye.

Di dawiya daxuyaniya Hevpeymaniyê de, tevî şermezarkirina vê cinayeta rêjîmê. Hevpeymaniyê sersax daye malbata Tevekulî û xelkê Kurdistanê, Banga li hemû çalakvan û civaka sivîl dike ku li hember van cinayetan de yekdeng bin û bi têkoşîneke hevpar dawî bi vê desthilata hovane bînin.