Erebistanê li Roja Çarşemî 7ê Gelawêjê ragihand ku artêşa wî welatî bi hevahengî digel CENTCOM, êrîşên armancdar bo ser heşda Şeibî encam dane û li çendîn parêzgehên wek “Kerkûk, Mûsil, Tekrît, Bexda û Kerbela”yê de binkeyên wan teqandine.
CENTCOMê ragihand ku ev operasiyon bi zêdetir ji 30 dironan li 72 demjimêran de hatine kirin. Ji aliyê din ve Wezareta Berevanî ya Erebistanê ragihand ku li wan êrîşan de girûpên girêdayî bi rêjîma Îranê kirine armanc û wan milîsan pêştir damezraweyên neftî li parêzgeha “El-Şerqiye” a Erebistanê de kiribûne armanc.
Herwisa CENTCOMê ragihand: “Êrîşkirina wan milîsan bo ser Erebistanê bi rênimûniya spaha pasdaran a terorîst hatiye kirin”.
Pêka gotina Heşda Şeibî, li wan êrîşan de li parêzgeha Mûsilê 10 kuştî û 6 birîndar û li parêzgehên din jî de 12 milîsên Heşda Şeibî hatine kuştin.
Hinek ji ragihandinan jî belav kirine ku zêdetir ji 20 kuştî û 30 birîndarê Heşda Şeibî hene.
Hêj amara serast a kuştî û birîndarên Heşda Şeibî belav nebûne û egera vê heye ev amar zêdetir bibe.
Vê êrîşa Erebistanê wisa kiriye ku hinek aliyên tundrev ên nava Îraqê de, daxwazê ji desthilat û hikûmeta Îraqê bikin ku li hember wan êrîşan de bêdeng nemîne.