Fermandehiya Navendî a Amerîka SENTKOMê ragehand, spaha terorist a pasdaran piştî 5 şev li ragirtina êrîşan, çendîn mûşekên balîstîkî avêtine binkên serbazî ên Amerîka li cih û welatên cuda cuda li Rojhelata Navîn de.
SENTKOMê tekezî ji vê kir ku tev mûşekên Îranê li esmanê Ordonê de hatine têkşikandin û nekarîne bigehne armancên xwe û hêzên wan li bilindtirîn asata amadehiyê de ne.
Berî belavbûna wê xeberê, wêne û raport derheq bi havêtina mûşekan li derdora bajarê Xumeyîn li parêzgeha navendî û herwisa têkşikandina mûşekan li esmanê Ordonê li torên civakî de hatine belavkirin.
Li hember de, Mecîd Mûsewî, Fermandê hêza esmaniya spaha pasdaran ragehand êrîş bi mûşeka balîstîk bo ser binkeya esmaniya Amerîka li Ordonê, bersivek bûye bo destdirêjiyên Amerîka.
Eva yekem êrîşa spaha pasdarane bo ser hêzên Amerîka piştî çar roj aramî li deverê de, berê û piştî ragirtina êrîşên şevane ên Amerîka, operasyonên serbazî ên navbera herduk aliyan hatibû rawestandin.