Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navdewletî: metirsiya bidarvekirinê li ser 60 xwenîşanderên Îranî ye

10:45 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2026

Rêkxirava Lêburdina Navdewletî hoşdarî da ku aliyê kêm 60 girtiyên nerizatiyên Îranê metirsiya rastewxwe a bidarvekirinê li ser wane ku sê kes ji wan zarok in.

Li gorî wê raportê, li destpêka sala 2026an ve aliyê kêm 52 kes bi tohmeta siyasî hatine bidarvekirin.

Desthilatdarên Îranê piştî şerê Amerîka û Îsraîlê digel Îranê, sizaya kuştinê wekî emrazekê bo tepeserkirina neyaran û nîşandana desthilatê zêdetir kiriye.

Dadgehên Înqilab ên rejîmê bi piştgirêdan bi tohmeta wehmî wekî, Muharibe, Efsad Fîl Eriz, û yasaya Sîxûrî, çalakiya aştiyane bi tawan li qelem dane.

Ew sizayane piştî dadgehîkirina nedadperwerane, îşkencedan û belavkirna îtirafa bizorê, li TV ya dewletê de bi ser tometbaran de hatine sepandin, bê evê ku Tawana kuştina bizanebûn encam dabin.

Wê rêkxistinê ragîhand ku mediya û dezgehên dadwerî ên rejîmê çendîn car xwepîşanderên bidarvekirî bi serbazên dujmin, bikujên mûssadê û davûdestkên dujmin bi nave xwepîşander dane xûya.

Hêba Mûrayîf, Berpirsê beşa Rojhelata Naverast li lêbûrdina navdewletî de, ragehand ku karvedana lawaz a civatgeha navdewletî, Tehran li dirêjedan bi wan pêlan bê baktir kiriye.

Rêkxistinaa Lêburdina Navdewletî daxwaz li neteweyên yekgirtî kir ku givaşê bixne ser Tehranê, mekanîzmekî serbixwe ava bikin û dosyeya binpêkariyan li rêya Şêwreya Ewlehî ve ber bi dîwana sizadana Navdewletî bişîn in.