Di demekê de ku xelkê Îranê di nav bêdeselatî û tengasiya aborî de dijîn û ji gelek xizmetguzariyên bingehîn yên jiyanê bêpar in, rejîma Komara Îslamî biriyar daye bi qasî dehan milyon dolar çekên nû ji Çînê bikire.
Li gorî sê çavkaniyên agahdar bi “Reuters” re ragihandine, ku rejîma Îranê di çend hefteyên bê de 400 sîstimên bergiriya esmanî ya xweparêz li cura avêtina dser milan, (MANPADS) ji Çînê werdigire.
Li gorî “Reuters”, nirxa vê girêbesta leşkerî ya navbera Tehran û Pêkenê de zêdetirî 70 milyon dolarî ye.
Di nav van çekan de moşekên dijî-esmanî yên “QW-12, FN-16” hene, ku rejîm ji Çînê kirîne.
Ev yek di demekê deye ku Çîn di şerê 12 û 40 rojî de bêalîbûna xwe ragihandibû û gelek caran firotina çek û amûrên leşkerî bi Îranê red kiribû.
Hewldana rejîmê ya ji bo bidestxistina çekên nû, nîşana berfirehbûna siyaseta şerxwaziyê ye û armanca wê amadekirina xwe ji bo pevçûnên din li dijî Amerîka, Îsraîl û welatên herêmê ye.
Ev têçûyên mezin yên leşkerî di demekê de tên kirin ku piraniya xelkê Îranê di bin barê tewerom “helawsan”, hejarî û krîza aborî de ne, û hêza kirîna xelkê roj bi roj kêmtir dibe.