Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê pêşniyara Omanê bo tengava Hormozê red kirin

11:53 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2026

Zêdexwaziya paşmaweyên rêjîmê careke din bû sedem ku bernameya pêşniyarkirî ya Omanê bo derbasbûna gemiyan li tengava Hormozê bê redkirin û paşmaweyên rêjîmê dixwazin beşa herî zêde ya bacê verbigrin.

Pêka Rapora Reutersê, welatên kendavê bernameya pêşniyarkirî ya Omanê erê kirine û pêka vê bernameyê, hatinûçona gemiyan bê beranber û bê bac e û vergirtina her bacekê dê bi awayê dilxwazane be û bi awayê nîve nîv li navbera paşmaweyên rêjîmê û dewleta Omanê be.

Paşmaweyên rêjîmê vê bernameya pêşniyarkirî red dikin û daxwaza standina bacê ji her gemiyekê dikin û herwisa daxwaz dikin ku baca herî zêde ya wan gemiyan dibe bo rêjîma Îranê be.

Ev bernameya Omanê rêgirî ji qurixkirina tengava Hormoz ji aliyê paşmaweyên rêjîma Îranê dike û rêjîm dixwazin hatinûçona gemiyan li avên Omanê de jî kontrol bikin.

Kazim Xerîbabadî cihgirê wezîrê derve yê paşmaweyên rêjîmê, îdia kiriye hekî ev daxwazên wan neyêne cîbicîkirin dê tengavê dabixin û şer dest pêbikin.