Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe, Muqteda Sedir, îro Çarşemê, 7ê Gelawêjê, di daxuyaniyekê de giranî da ser parastina serweriya xaka Iraqê û êrişên li ser welatê xwe bi tundî şermezar kirin. Sedir ji Pasdarên Îranê û milîsên navxweyî daxwaz kir ku Iraqê nekin qada şer.
Sedir diyar kir ku xaka Iraqê nebûye cîhê êrişên li ser Îranê û ji Pasdaran re got ku topbaran û êrişên xwe rawestînin. Herwisa bang li "milîsên derveyî yasayê" kir ku hêcetan nedin destê welatên Kendavê. Sedir helwesta wan komên çekdar ên Îraqî jî şermezar kir ku dixwazin Iraqê bikşînin nav şerekî bê fayde.
Wî rêberê Şîe ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku asayîşê biparêze, serweriya yasayê pêk bîne û rê nede xurafeyên tayfegeryê. Di dawiyê de, Sedir hişyarî da ser xetereya şaneyên veşartî yên terorê û peyamek bo welatên cîran şand ku herêmê biparêzin.