Îro Çarşem 7ê Gelawêja 1405, bo carek din Komara Îslamî êrişa dronî kire ser bingehên Hizba Dêmokrat.
Di vê êrişa nû de Komara Îslamî bi dronekê bilindahiyên Balîsanê li Başûrê Kurdistanê kiriye armanc.
Her li vê derheqê de, şeva Duşemê, Komara Îslamî bi dronekê kempa "Jêjnikan" a Hizbî Dêmokrat, li nêzîkî bajêrê Hewlêrê kire armanc.
Hêjayî gotinê ye ku di nîvroya heman rojê de, Komara Îslamî bi dronê êriş kire ser quntara çiyayê Heybet Sultan li bajêrê Koyeyê ku li cihê niştecîbûna xelkê sivîl nêzîk e û bi vê sedemê agirekî berfireh Heybet Siltan keft û ziyaneke zêde gihîşte jîngeha bajêrî Koyeyê.
Komara Îslamî ya Îranê di heyamê destpêka şerê digel Amerîka û Îsraîlê de heta niha bi zêdetir ji 143 mûşek û dronan kampa malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û bingehên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kirine armanc.