Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Mihabadê bi nîşana nerizayetî li hember Siyawş Elek, girev girt

14:06 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2026

Êvara çarşemê 10'ê Pûşperê, endamekî hêzên Besîc li bajarê Mihabadê bi hênceta "lixwekirina kincên xakî" êrîş kire ser çend ciwanan. Di vê êrîşê de ciwanê 19 salî yê bi navê Siyaweş Elek hat kuştin û 4 ciwanên din jî birîndar bûn.

Piştî vê bûyerê, piraniya xelkê wî bajarî, bazargan û esnafên bajarê Mihabadê wek nerazîbûn li dijî vê kuştinê dest bi grevê kirin û deriyên dikanên xwe daxistin.

Merasîma sersaxî û bixakspartina wî ku bi tevlîbûna girseyeke mezin a xelkê Mihabadê birêve çû, veguherî qada pevçûn û xwenîşandanên berfireh.

Xelkê beşdar li merasima hilgirtin û biaxêspartina termê wî ciwanê Kurd, dirûşmên şehîd namirin dan û dengê nerizayetiya xwe bilind kirin.

Herwisa pêş hinge jî, li gorî vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, hejmarek zêde ji welatiyên Mihabadê li pêş nexweşxaneya bajêr kom bûn û bi dana dirûşmên nerazîbûnê, kerbê xwe li dijî vê cinayeta caş û kirêgirtiyên rêjîmê, nîşan dan.

Rêjîmê ji tires nerizayetiya xelkê Mihabadê ev 2 roje bajar bi temamî militarize kiriye.