Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê di 16 rojan de 58 kes bidarvekirine

09:47 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2026

Saziya Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya herî nû de ragihand ku di 16 rojên yekem ên meha Pûşperê de, herî kêm 58 girtî di girtîgehên cuda ên Komara Îslamî ya Îranê de hatine sêdaredan.

Li gorî agahiyên amarî, rêjeya cîbicîkirina cezayan bi navincî wek 3 heta 4 kes di rojêkê de hatine tomarkirin.

Di nav kesên hatine sêdaredan de 55 Mêr, 3 jin, 5 girtiyên siyasî, 3 welatiyên belûç û zarokek hene.

Di beşa girtiyên siyasî de, ceza li ser endamekî Rêxistina Mucahîdînê Xelq û çar girtiyên xwepêşandanên sala borî hatiye sepandin û cîbicîkirin.

Li gorî agahiyên di wê raporê de, Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bi 9 halet, Girtîgeha Navendî ya Tewrêzê bi 8 haletan û Girtîgeha Adilabad a Şîrazê bi 7 haletan, hejmara herî zêde ya cîbicîkirina cezayan tê de hatine tomarkirin.

Vê rêxistinê ew çend jî diyar kiriye ku di çar mehên yekem ên îsal de bi giştî 301 kes li Îranê de hatine sêdaredan.