Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîl 3 bijarde li hember rêjîma Îranê li berçav girtine

09:50 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2026

Berpirsekî payebilind ê Îsraîlî gotiye, Donald Tiramp û Binyamîn Netenyaho li hevdîtina xwe li Koşka Sipî de 3 bijarde bo rawestan li hember bernameya navkî ya rêjîma Îranê berçav girtine û bi hûrî li ser lêkolîn kirine.

Bijardeya 1ê lihevkirina bi rêya dîplomasiyê, bijardeya 2ê berdewamiya dorpêçan û givaşên aborî, û bijardeya 3ê êrîşa berfireh a serbazî bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê ye.

Wî berpirsê payebilind ê Îsraîlî daye zanîn ku biryara dawî û hilbijartina yek ji wan bijardeyan li stuyê Donald Tiramp ê serkomarê Amerîkayê ye û Binyamîn netenyaho li derheq vê yekê ku bijardeya serbazî ji bijardeyên din baştir dizane an ne, ti axaftinek nekiriye û şêwaza reftar digel paşmaweyên rêjîmê dê bi tenê ji aliyê Dolad Tiramp ve bê diyarîkirin.