Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 3 heftiyan yekem gemiya hilgirê gaza şil ji tengava Hormoz re derbas bû

09:58 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêka rapora Şirketa çavdêrî û lipeyketina Neftkêşan a “Kiplêr” piştî derbasbûna 3 heftiyan, yekem gemiya hilgirê gaza şil a Qeterê li demjimêrên destpêkiya roja Pêncşemî 8ê Gelawêjê ji tengava Hormozê re derbas bû û pêka vê raporê dê roja Înê, 9 ê Gelawêjê bigihîje qiraxava bajarê Qasim li Pakistanê.

Rapora vê şirketê dide xuya, ev yekem gemiya hilgirê gaza şil e ku ji 20ê Pûşperê ve ji tengava Hormoz re derbas bûye.

Pêka datayên Kiplêrê, li roja derbasbûyî de 12 gemiyên hilgirê alavên ticarî ji tengava Hormozê re derbas bûne, 6 gamî hatine kendavê û 6 gemî jî kendavê derketine û ev rêje bi berhevdanîn digel rojên pêştir, zêde bûye lê hêj ev rêjeya, 1 li ser 10 a derbasbûna gemiyan ji tengava Hormozê a berî daxistina vê tengavê ji aliyê paşmaweyên rêjîmê ve ye.

Li derheq hatinûçona Gemiyan, CENTCOMê tagîhand ku tengava Hormozê rêrevekî Avî a navnetewî ye û spaha pastaran ti desthilatek li ser vê rêrevê û keştîraniya azad nine.