Komara Azerbaycanê çalakiyên tor televîzyona "Seher TV" (beşa tirkî ya saziya deng û rengê Îranê) û ajansa nûçeyan a "Mehr"ê li ser welatê xwe qedexê kirin. Ev biryar piştî wê yekê hat ku Wezareta Îtlaatê ya Îranê, Kanala nûçeyan a fermî ya Azerbaycanê (AzTV) xist nav lîsteya "medyayên dijmin".
Saziya Geşepêdana Medyayê ya Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Seher TV û ajansa Mehr dijî berjewendiyên neteweyî yên Azerbaycanê tevdigerin û li dijî serwerî, yasaya bingehîn û ewlehiya neteweyî û tewawiyeta axa welatê Azerbaycanê propagandayê dikin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû rojnamevan û saziyên medyayî yên Azerbaycanê hevkarî û peywendiyên xwe bi van her du medyayên Îranê û nûnerên wan re bi temamî qut bikin. Ev gav nakokiyên di navbera van her du welatan de zêdetir dike.