Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li Başûr û Başûrê Rojavayê Îranê Çendîn Amanc Bombebaran Kirin

11:12 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li gorî nûçeyên dawî, di demjimêrên serê sibêdeha îro Pêncşemiyê artêşa Amerîkayê li herêm û parêzgehên başûr û başûrê rojavayê Îranê êrîşên esmanî yên berfireh pêk anîn. Li gorî zanyariyên destpêkî, bajarên mîna Ehwaz, Bender Ebas, Abadan, Qêşm, Erwendkenar, Şadêgan û Feraşbend hatine armancgirtin.

Li bajarê Ehwazê, sîstema parastina esmanî ya li hemberî devera Kîyanşehrê bi temamî hate teqandin û navenda Leşkera 92 ya Zirêhî li gel avahiya Îtlaata Spaha Pasdaran li taxa Gulistanê rûbirûyî zirarên mezin bûn. Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li nêzîkî Bender Ebasê jî cihên avêtina mûşekênên kruze yên dijî-keştiyan hatine armancgirtin.

Heta niha derbarê hejmara kûştî, birîndar û asta giştî ya zirarên giran ên vê êrîşê de agahiyên fermî û serbixwe nehatine piştrastkirin. Gelek dîmenên şewat û wêranî li ser torên civakî hatine belavkirin û rewş li van herêman aloz e.