Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn endamên spaha pasdaran li Îraqê de hatine kuştin

11:13 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêka gotina çavkaniyên ser bi milîsên Heşda Şeibî, li êrîşa esmaniya hevpar a Amerîka û Erebistanê bo ser binkeyên milîsên Heşda Şeibî li Îraqê, 5 pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê ku karê wan hevkarî û şêwirdariya wan milîsan dikirin, hatine kuştin û nûçegihaniya “France Press” li Bexdayê de îşare bi rêûresma şandina termê wan pasdarên terorîst kiriye ku alaya rêjîma Îranê dadane tabûtên wan.

Pêka zanyariyên belavbûyî, ev terorîstên rêjîmê li êrîşa bo ser binkeya milîsên Heşda Şeibî li parêzgeha Diyalê de hatine kuştin, lê nûçegihaniya Mêhr a ser bi spaha pasdaran kuştina 4 terorîstên rêjîmê piştrast kiriye.

Pêka raporan termê wan terorîstan li sînorê bejayê yê Xusrewiyê re dê bo Îranê bêne vegerandin.

Pêştir milîsên Heşda Şeibî ragihandibû ku li encama vê êrîşa hevpar de zêdetir ji 20 milîs hatine kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûne.

Li halekê de paşmaweyên rêjîmê rojane Herêma Kurdistan û Îraqê bi neyasayî û bê hebûna ti hêcetekê mûşekbaran dikin, ev êrîşa Amerîka û Erebistanê şermezar kirine û ev bi binpêkirina serweriya axa Îraqê û bi dijî yasayên navnetewî, binav kirine.