Peyvdarê Wezareta Karên Derve yê Pakistanê ragihand ku tevî dijwarbûna pevçûnan li seranserê Rojhilata Navîn, danûstandinên di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de «hêj berdewam e.»
Tahir Andrabî roja pêncşemê 8ê Gelawêjê ragîhand: danûstandinên kêmkirina aloziyên di navbera her du aliyan de berdewam dikin û Pakistan hemû hewldanên xwe dike ji bo destpêkirina temamî ya gotûbêjan li ser bingeha lihevkirina Îslamabadê.
Li gorî gotina wî, danûstandinên di navbera aliyan de bi taybetî li ser ewlehiya Tengava Hormozê û kêmkirina aloziyan rawestiyane.
Peyvdarê Wezareta Karên Derve yê Pakistanê ragihand ku ev welat hewl dide ku Amerîka û Komara Îslamî li ser bingeha lihevkirina Îslamabadê vegerin ser maseya danûstandinên temamî. Lihevkirinek ku armanca wê rawestandina şer bûye.
Wî di heman demê de zêde kir ku berpirsên pakistanî her du aliyan teşwîq dikin ku bi lihevkirina Îslamabadê re pabend bin.