Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandekî Rêberiya Hizbê di rêûresma salvegera damezirandina Hizba Şîûî ya Kurdistanê de

09:56 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2026

Heyeteke rêberiya Hizba Dêmokrat di rêwresma 33 mîn salvegera damezirandina Hizba Şîûî ya Kurdistanê de beşdar bû û destegul û pîrozbahiya Hizba Dêmokrat pêşkêşî rêberiya Hizba Şîûî ya Kurdistanê kir.

Piştînîvroya roja sêşemê, 9'ê Pûşperê ya 1405'an, heyeteke rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperştiya Omer Balekî, endamê Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, beşdarî di 33 mîn sala ragehandina Hizba Şîûî ya Kurdistanê de kir ku li Hola Medya li bajarê Hewlêrê bi rêve çû.

Şandeya Hizba Dêmokrat peyama pîrozbahî û destegula rêzgirtinê ji dehan sal xebata siyasî û neteweyî û têkoşîna li pêxema bidestxistina dadperweriya civakî ya Hizba Şîûî ya Kurdistanê pêşkêşî serkirdayetiya vê hizba têkoşer kir. Şandeya hizbê di qiraxa vê koryadê de digel komeke kesayetiyên siyasî û hizbî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dîdar hebûn.