Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê sizayê bidarvekirinê bi ser du girtiyên siyasî de sepand

10:32 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2026

Taya 15 a dadgeha Înqilaba rejîmê li Tehranê bi serokatiya dadwer Ebûlqasim Sellewatî, hukmê bidarvekirinê bi ser du girtiyên siyasî yên bi navên “Wehîd Xan Senemî” û “Erxewan Felahî” de sepand.

Li gorî raporta nûçegihaniya Hêrana yê, Wehîd Xan Senemî ku li girtîgeha Tehranê de ye û li peywendî ligel xwepîşandanên Befranbara 1404`an li meha Reşema sala derbasbûyî de hatibû girtin, bi tohmeta “Muharibe” sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Hevdem, Erxewan Felahî, girtiyê siyasî temen 24 salî û ragirtî li girtîgeha Êvînê, bi tohmeta “Bexî” li rêya endametî li girûpên dijbere rêjîmê, û çalakiya çekdarî, hukmê bidarvekirinê bi ser de hatiye birîn.

Ew girtiyê siyasî ku berê ezmûna girtinê hebûye, li Rêbendana 1403`an ve hatiye girtin. Çavkaniyên agehadar ragehandine ku navbirî li benda ewlehiyê de bo wergirtina îtirafa bizorê li ser dosiya terorkirina dû dadwerên rêjîmê bi navên Mihemed Mûqeyîse û Elî Rayîzenî li jêr eşkenceya tund a derûnî de bûye.