Tevî rêûresma binaxkirina Elî Xamineyî rêberê berê ê rejîma Komara Îslamî, Emîr Hatemî Fermandê giştî ê Artêşa rejîmê û Ehmed Wehîdî fermandê giştî ê Spaha Pasdaran a terorîst gefa tolhildana xwîna Elî Xamineyî li Amerîka û Îsraîlê kiriye.
Roja Înê 12ê Pûşperê, Emîr Hatemî li rêûresma binaxkirina Xamineyî de ragehand, bi îradeyek bihêz ve em radigehîn in ku emê tola xiwîna Elî Xamineyî ji dujminan vekin.
Ew gefa Fermandê serbazî ê rejîmê di demekê de ye ku piraniya fermandên pile bilind li tirsa êrîşên Amerîka û Îsraîlê li rêûresma binaxkirina Xamineyî de bi awayekî rastewxwe beşdarî nekirine.
Pêş kuştina Xamineyî jî Fermande û berpirsên pilebilind ên rejîmê gef li Amerîka û Îsraîlê kiribûn ku eger fikir li kuştina rêberê rejîmê bikin, emê karekê bikin ku poşman bibin, lê piştî kuştina Xamineyî û derbasbûna 4 meh bi ser kuştina navbirî de, ne tenê her nekarîne tola wî hildin, belkî binaxkirina termê navbirî 4 meha heta niha maye û hêj Xamineyî binax nekirine, digel Amerîka ku Xamineyî kuştiye, keftine danûstandin û lihevkirinê jî..