Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma binaxkirina Xamineyî bi avayekî bê qîmet birêve çû

10:34 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li rêûresma binaxkirina Xamineyî piştî 4 meh li kuştina wî, welatên girîng ên cîhanê tevî vexwandina fermî a rejîmê, bihayek wisa nedane wê rêûresmê.

Li gorî raporta media û nûçegihaniyan, tevî vexwandin û gazîkirina fermî a rejîma Îranê, heçîkîjan li welatên Rûsiya, Hind, Çîn û Tirkiye yan beşdarî nekirine yan li asta gelek nizimtir de nûnerên xwe bo beşdarî li vê rêûresmê de şandine.

Di vê rêûresmê de, tenê hejmarek kêm li girûp, hizb û nûnerên çend kêmîneyek Olî wekî komek ji Şîeyên welatn, nûnerê girûpên Olî û nûnerê çend hizbên biçûk ên dever û cîhanê beşdarî kirine.

Li gorî raporta nûçegihaniya rejîmê, tenê serokê 8 dewletan li vê rêûresmê de beşdarî kirine.

Herwisa rêjîmê ji rêka peyamekan bo xelkê, yan ji rêka berpirsên îdaran ve gef ji xelkê û karmendan kiriye ku dive bên û beşdarî merasiman bin, hekî ne, dê paşê bo wan giran tevav bibe.

Ev 2 roje û li dema destpêkirina merasimên bo binaxkirina Xamineyî, piraniya xelkê Têhranê bajar ber bi seyrangehên bakûrê Îranê Terik kirine.