Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya û Firanse bo ewlehiya tevgava Hormoz dê hevkariya Omanê bikin

10:40 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2026

Roja Înê 3ê Tîrmehê, Stamêr, Serokwezîrê Birîtaniyayê û Makron, Serkomarê Firansê, bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku bo parastina ewlehiya gemîranî û hatinûçona gemiyan li tengava Hormoz, dê hevkariya dewleta Omanê bikin.

Pêka vê daxuyaniyê, Birîtaniya û Firanse amdeyê encamdana operasiyonên serbazî yên navnetewî ne ku azadiya gemîranî li tengava Hormoz de cihgîr bikin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku Birîtaniya û Firanse pêbendiya hevpara xwe bo parastina aramiya deverê, rêzgirtin ji desthilata hemû welatan û berdewamkirina hevkarî digel hevpeymanên xwe bo parastina ewlehiya cîhanî, azadiya gemîranî û mafê navnetewî, tekezî kirine.

Spaha pasdaran a terorîst bi danîna mînên deryayî û astengkirina hatinûçona deryayî, dixwaze bi her awayekê bacê ji gemiyan verbigre, lê pêka lihevkirina li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê bo sekinandina şer, nabe ti bacek ji gemiyan bê vergirtin û rêya deryayî li avên Omanê li tegava Hormoz, destê rêjîma Îranê ji vergitina bacê qut dike.