Serokê Amerîka Donald Tiramp, di çarçoveya pîrozbahiyên 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê de, li Çiyayê Ruşmore axaftineke girîng kir. Tiramp pesnê dîrok û çanda Amerîka da û got ku tu welatekî wekî wan qencî ji cîhanê re nekiriye.
Tiramp destnîşan kir ku Amerîka komara herî kevn û azad e li ser rûyê erdê. Wî tekez kir ku parastina mafê hilgirtina çekan û zimanê îngilîzî wekî zimanê azadiyê, bingeha nasnameya wan e. Wî herwisa li dijî ramana komunîzmê hişyarî da û ew wekî metirsiya herî mezin a ser azadiyê bi nav kir.
Tiramp got: "Hûn an dikarin alîgir û dilsozê Karl Marx bin an jî yê Amerîkayê, hûn nikarin alîgirê herdukan bin."
Di derbarê siyaseta derve de, Tiramp bal kişand ser hêza leşkerî ya welatê xwe û got ku welatên din êdî rêzê li wan digirin. Wî got ku wan artêşa herî bihêz ava kiriye û wiha bi dawî kir: "Me di rojekê de Venezuela têk bir û me Komara Îslamî ya Îranê bi temamî hejand, Ew niha bi tundî daxwaza peyman û lihevkirinê dikin."