Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya Bernama navkî a rêjîmê, karnasên navkî nigeran kirine

10:49 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêka rapora “Fox News”, berdewamiya kar li navenda binerd a navkiya rêjîmê li binê çiyayê “Kuling” li zincîre çiyayên Zagrosê, nigeraniya karnasan li pey xwe aniye ku li vê derheqê de huşdarî dane û berdewamiya karê li vê navenda navkî bi nîşaneyek ji cihê nîgeraniyê binav kirine.

Pêka vê raporê, lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navkî, heta niha derfeta destpêregihîştin bi vê navenda navkî nebûne û ev mijarek e ku pêka gotina karnasan, şik û gumanek micid li derheq pêbendiya paşmaweyên rêjîmê bi lihevkirina li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê de heye.

Damezraveya “ISIS” ragihandiye ku ji sala 2020an ve heta niha bê rawestan kar li vê navenda navkî ya rêjîmê berdewam bûye û egera vê heye ku paşmaweyên rêjîma Îranê li egera şikesta danûstandinan, vê navendê wek damezraveya nû bo meyandina Oraniyomê bi kar bîne.