Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma dagîrker gefê li malbatên Şehîdan dike

11:02 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2026

Rêjîm û spaha pastarana vê a terorist û navendên ewlehiyê, peywendî digel malbatên 6 Şehîdên vê dawiyê ên Kurdistanê girtine û gef kirine ku nabe bi ti avayekê mersaimên sersaxiyê ne li Mizgeftan û ne jî li malên xwe de dabinên û nabe tu kes bi armanca sersaxî û hevxemiyê komî ser hev bibin.

Rêjîma dagîrker a Komara Îslamî ku dest bi ser termê pîroze Şehîdan de girtiye, malbatên wan şehîdan agehdar kirine ku termê Şehîdên Kurdistanê radestî malbatên wan nake û nabe bi du vê meselê bikevin.

Herwisa rêjîm heta amade nine ku malbatên Şehîdan ji cihê veşartina termê pîroze wan Şehîdan jî agehdar bike.

Herwek hemî aliyek agehdarin roja Çawarşemiyê 10ê Pûşperê li gundê Qizqepanê li nêzîk bajarê Pîranşarê, di şer û pevçunekê de di navbera hêzên terorîste rêjîmê û desteyek ji Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat de, 6 Pêşmergeyên Kurdistanê bi navên: Karo Hormizyarî, Ferdîn Cîhangîrî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Tewana Osmanî û Mihemedemîn Bayezîdî, şehîd bûn û xwîna wan tevlî axa Kurdistanê bû.