May Sato, raportera taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo mafên mirovan li Îranê, di hevpeyvînekê de nîgeraniya xwe li hember nebihîstina mafên xelkê Îranê di lihevkirina navbera Amerîka û rejîma Komara Îslamî de anî ziman.
Roja Çarşemî 1’ê Tîrmehê, May Sato di hevpeyvînekê de digel “Geneva Solutions” got: Di vê lihevkirinê de mafê xelkê Îranê nehatiye berçav girtin. Lihevkirinek bi vî rengî tenê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk xizmet dike û mafên xelkê Îranê tê de nayên hisab kirin.
Sato bi amaje kirin bi şerê vê dawiyê yê di navbera Amerîka, Îsraîl û rejîma Îranê de got ku di encama wî şerê de hezaran sivîl hatin kuştin û bi mîlyonan kes jî bûne penaber.
Wê herwisa zêde kir ku berpirsên Komara Îslamî beriya şer, û di dema şerê de û piştî ragihandina agirbestê jî, li ser sînordarkirin û tepeserkirina xelkê nerazî yê Îranê berdewam in.
Rêportera taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo mafên mirovan li Îranê herwisa got ku rejîma Komara Îslamî hezaran kes binçavkirine, wan îşkence dike û gelek ji wan jî darvekirne.