Li gorî raporta rêkxistina Mafên Mirovî, tenê li heyama mehekê de, anku meha Juenê de aliyê kêm 109 girtî li seranserê Îranê de hatine bidarvekirin.
Rêkxirava Mafê Mirov a (Hengawê) li raportekê de behs ji vê kir ku li meha derbasbûyî de, sizaya bidarvekirina aliyê kêm 109 girtiya ji wan 5 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda ên rejîma Komara Îslamiya Îranê de hatine cîbicîkirin.
Li gorî raporta Hengawê, ew amar bi berhevdanîn bi heyama zemenî a sala derbasbûyî, aliyê kêm 10 hallet beramber bi %10 zêde kiriye.
Li gorî heman raportê, li heyama meha Jûena 2025an de, 99 girtî ji aliyê Navendên serkutker ên rejîmê ve hatibûne bidarvekirin, lê di heman meha Îsal de aliyê kêm 109 girtî hatine sêdaredanê.