Rojnameya Niyoyork Taymiz, li raportekê de aşkera kir ku hevdem ligel rêûresma binaxkirina Elî Xamineyî, rêberê berê ê Komara Îslamî, pêlek nû û tund a tepeserkirina neyaran û çalakvanên medenî li Îranê dest pê kiriye.
Berpirsên ewlehî û îtlaatiye rêjîmê li Tehranê ji tiresê serhildana her cure tundûtîjiyekê, bi awayekî an xwepişandanek nexiwastî li dema birêveçûna rêûresmê de, rewşekî tund a ewlehî û polîsî girtine bera xwe û piraniya wan cihên ku jê nîgeranin, bi danana hêzên tepeserkar, militarize kirine.
Li gorî zanyariyên vê rojnama Amerîkî, çendîn çalakvanên navxwe û dengê nerazî li bajarên cuda tepeser kirine yan jî xistine jêr çavedêriya tund a ewlehî de.
Şirovekar wadizanin ev pêngav perîşanî û tevlîheviya tehranê nîşan dide bo parastina kontirola rewşê li vê qonaxa hestiyar de veguhastina desthelatê, dema ku sîstema siyasî li navxwe de bi dest kirîzên rewayî û li derve jî bi dest derencamên şerê wê dawiyê dinalîne.