Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li rêûresma binaxkirina Xamineyî de, netebayî ya nava rêjîmê de zêdetir xuya bû

11:21 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li rêûresma binaxkirina Elî Xamineyî rêberê berê ê rejîmê de tu yek ji serokomarên berê ên rêjîmê nehatine gazîkirin û eva jî rexneyek tund a alîgirên wan karbidestan bi du xwe de aniye, û ev yêk nîşaneya netebayî ya tund di navbera bask û aliyên cuda ên rejîmê de ye.

Mihemed Elî Ebtehî, Cihgirê Serokomarê rejîmê li serdema Mihemed Xatemî, li torên civakî de li hember gazînekirina xwe û Xatemî û hinek karbidestên din ên rejîmê, rexneyek tund li dewleta Mesûd Pizîşkiyan girt.

Ebtehî di vê derheqê de nivîsiye: Ew rêûresim girîngtirîn derfeta dîrokî bû heta yekîtiya navxwe a Komara Îslamî nîşan bide.

Ew karbidestê berê ê rejîmê îşare bi çend berpirsekê berê ê rejîmê ji wan Mihemed Xatemî, Mehmûd Ehmedînijad û Hesen Rûhanî kiriye ku kesek ji wan bo vê rêûresmê nehatine gazîkirin.

Ebtehî behsa vê kiriye gazînekirina Serokomarên berê li demekê de ku hinek li Wezîran, kesayetiyên siyasî û ferhengî hatine gazîkirin ku dijî Xamineyî bûn.

Rêûresima binaxkirina Elî Xamineyî rêberê berê ê rejîma Komara Îslamiya Îranê ku roja 9`ê Reşemeya 1404`an ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li rêya êrîşên esmanî ve kefte ber êrîşê û hate kuştin, li rojên 13 heya 18`ê Pûşperê birêve diçe.